Jelpke: Çareserî tenê rakirina Daîreya Parastina Qanûnê ye

Jelpke: Çareserî tenê rakirina Daîreya Parastina Qanûnê ye

Piştî di salên 2000-2006 de 9 penaber ji aliyê neo Naziyan NSU ve hatin kuştin û dosyayên der barê lêpirsînê de hatin tunekirin, skandalên di nava rêxistina saloxgêrî ya navxweyî ya Almanyayê de dest pê kirin. Parlementera Partiya Çegpir Ulla Jelpke li hemberî pêşniyara navendîkirina Daîreya Parastina Makeqanûnê ya Amlanayayê derket û diyar kir ku tenê çareseriyek heye ew jî rakirina daîreyê ye.

Piştî ku aşkere bû ku 9 esnafên penaber ên li Almanayayê ji aliyê rêxistina bi navê Nasyonalsosyalîst a BInerd (NSU) ya neo-Naziyan, ve hatine kuştin, di mijara 2011 de dosyayên der barê lêpirsînê de hatin tunekirin û vê yekê rê li ber skandalan vekir. Serokê Daîreyê Heinz Fromm der barê mijarê de îfade da Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê û di rojên borî de îstîfa kir.

Partiya Çepgir a muxalîf diyar dike ku Rêxistina Parstina Makeqanûnê li şûna parastinê, makeqanûnê xirab kiriye. Parlementera Partiya Çegpir Ulla Jelpke li hemberî pêşniyara navendîkirina Daîreya Parastina Makeqanûnê ya Amlanayayê derket û diyar kir ku tenê çareseriyek heye ew jî rakirina daîreyê ye