Jerusalem Post: Tirkiye ji Bihara Kurdan ditirse

Jerusalem Post: Tirkiye ji Bihara Kurdan ditirse

Yek ji rojnameyên mezin ên Îsraîlê Jerusalem Post, ragihand ku Tirkiye ji pozîsyona stratejîk a Kurdan a li Rojhilata Navîn bi fikar e û ji Bihara Kurdan ditirse.

Rojnameyê di analîzê de bal kişand ser pevçûnên li Şemizînanê û destnîşan kir ku Kurdên li Sûriye û Iraqê, dê cesaretê bidin Kurdên Tirkiyeyê, hikûmeta Tirk hewl dide ku pêşî li vê yekê bigire.

Rojname nivîsand ku berevajiyê tiştên li Tirkiyeyê tên gotin, li Sûriyeyê tu şerek navxweyî tune ye û got ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê dixwazin xwe ji vî şerî dûr bixin. Rojname îdîa dike ku leşkerên artêşa Sûriyeyê xwe ji bajarên Kurdan vekişandine û piraniya bajaran di bin kontrola PYD’ê de ne.

Di analîzê de hat diyarkirin ku ger mirov ji aliyê perspektîfên stratejîk ên demdirêj ve li meseleyê binêre, divê Tirkiye bikeve nava fikaran û destnîşan kir ku sînorên Rojhilata Navîn ên ku piştî hilweşîna Osmaniyan hatine danîn, êdî têne gotibêjkirin, ev yek herî zêde bi kêrî Kurdan tê.

Rojnameyê da diyarkirin ku di demek ku yekpariya welatên Ereb bi xeteriyê re rû bi rû de ye, du sînorên nîvserbixwe yên civaka Kurdan yên bi Tirkiyeyê re çêdibin û da zanîn ku mirov êdî dikare xeyaleta serxwebûna Kurdan û tirsa Tirkiyeyê ya ji vê yekê bi awayeke aşkere bibîne.

Di analîzê de tê gotin ku ji ber wê jî Tirkiye, bi awayeke dijwar bersiva hemleya PKK’ê ya li Şemizînan dide û bi bîr xist ku hema bêje ji sedî 25’ê şêniya welêt kurd in û Enqere ji bo bikare Bihara Kurdan asteng bike her tişta ku jê tê dê bike.