Ji 12 welatan ji bo Romanan plana neteweyî

Ji 12 welatan ji bo Romanan plana neteweyî

12 welatên endamên YE’yê, li ser daxwaza Komîsyona Ewropa (KE) ya sala par planên xwe yên entegrasyonê yên ji bo Romanan pêşkêş kirin. Van her 12 welatan çavkaniyên ku ji bo entegrasyonê veqedandine, bi awayeke aşkere diyar kirin.

Koma kêmaran a li Ewropayê Roman, her tim bi cûdakarî, nijadperestî û qewirandina ji civakê re rû bi rû dimînin. Beşek mezin a zarokên Romanan naçin dibistanan. Roman di qadên îstîhdamê de ne xwediyê şens in û jinên Romanan jî heta niha bi tundiyê re rû bi rû ne.

Berpirsê karên civakî ya Komîsyoan Ewropayê Laszlo Andor got; “Her çendî di zoriyên li hemberî Romanan li hin welatan cûdatir bin, lê entegrasyona Romanan aborî, civakî û exlaqî neçariya me ya hevpar e.”

Saziya Mafên Sereke ya YE’yê rapora der barê rewşa Romananên li 11 welatên Ewropayê dijîn weşand û bal kişand ku ji sêyan yekê wan bê kar in, ji sedî 20’ê wan ne xwedî ewlekariyek civakî ne û ji sedî 90’ê wan jî bi hejariyê re rû bi rûne.

Ji saziyê Yannis Dimitrakopulos, got ku li welatên weke Frense, Îtalya û Spanyayê jî weke li welatên weke Macarîstan, Romanya û Slovakyayê civaka Romanan weke civaka herî paşketî tê dîtin. Dimitrakopulos,;“Tişta ku herî zêde me mat dihêle ev e. Me dixwest ferqek pir cûda hebûya. Lê li gorî agahiyên em digirin zêde ferqek tune ye.”

Li gorî nirxandinên Komîsyona KE’yê, beşek mezin a welatên Yekitiya Ewropayê, ji bo entegrasyona romanan a bi civaka Ewropayê re, çavkaniyên pêwîst ên aborî nedan. Tenê welatên Bulgaristan, Komara Çekê, Yewnanîstan, Letonya, Lîtvanya, Macaristan, Polonya, Portekîz, Romanya, Slovenya, Slovakya û Swêdê çavkaniyên xwe yên ji bo Romanan aşkere kirin.