Ji 260 kesên komên çete revandin, hîn 65 jê wenda ne

Ji 260 kesên komên çete revandin, hîn 65 jê wenda ne

Komên çete li herêma Ezazê 5 otobusên şîrketa Bolman ku ji Efrînê diçûn Qamişlo û 260 kes tê de hebûn revandin. 2 otobusên din jî ev 5 roj in wenda ne.

 Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî şîrketa Bolman ên Efrînê hatine girtin, 5 otobusên girêdayî şirketa Ebû Ciwan û Ebû Eslan roja 24'ê Tebaxê dema ji Efrînê diçûn Qamişlo û Dêrikê, li ser rêya Ezazê ji aliyên komên çete yên Dewleta Îslamî/El-Nusra ve hatine revandin. Çavkaniyan diyar kirin ku komên çekdar 5 otobus tevî 260 rêwiyan tê debûn, birine bajarê Exterînê yê di navbera Ezaz û Misilmiyê de, ji wir jî birine Kargehên Kefer Hemrayê û piştî 48 saetan ew serbest berdane.

 Ji welatiyên hatine berdan H.M. diyar kir ku ew bi hovîtî hatiye îşkencekirin. H.M. got ku êrîşkaran welatiyek jî bi hinceta ku alîkariya rejîmê dike, serjê kiriye û 5 welatiyên Êzidî jî hîn di destê wan de ne.

 H.M. got ku hinek jinên di nava Artêşa Azad de jî zaroka keç a Kurd a 14 salî îşkence kirine û jê xwestin ku ji wan re sîxuriyê bike. H.M. anî ziman ku di dema pirsyariyê de çeteyan pirsa navên berpirsyarên PYD'ê û cihên wan jî kiriye.

Heman  çavkaniyan diyar kirin ku 2 otobusên şîrketa Hewlêr û 65 rêwî û ajokarên otobusan jî roja pêncşemê dema ji Efrînê diçûn Qamişlo li ser rêya di navbera Xenasir û Sifîrê de winda bûne û têkilî jiwan qut bûye.

 Çavkaniyan diyar kir ku wan agahî bidest xistine ku herdu otobus li ser rêya Xenasir û Sifîrê jiber pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar de asê mane, lê tu agahî derbarê rewşa rêwiyan de nehatine bidestxistin.

 Navên hin rêwiyên ku piraniya wan kurdên efrînê ne wiha ne:

 Rohan Cawîş, Sebîha Umer, Mihemed Sîdo, Ebdo Mihemed. Mihemed Zekî Ehmed, Xelîl Gênc Xemîs, Heyder Kilaho, Ramî Mihemed, Umran Xelîl, Idrîs Mûsa, Mizgîn Birîmo, Heysem Ebdo, Hemîd Îbo, Mihemed Ehmed, Ehmed Hemo, Gulê Mihemed, Ehmed Murad û Hesen Hemû, şorêrên basan Rêzan, Ferîd Ebdela û alîkarê wan Melz Ibrahîm.

 Xwediyên şîrketan jî diyar kirin ku di nava rêwiyan de jin, zarok û kesên nexweş jî hene û  bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku ji bo serbestberda rêwiyan bikevin nava tevgerê.