Ji 78'an banga mîtînga 1'ê Îlonê
Ji 78'an banga mîtînga 1'ê Îlonê
Ji 78'an banga mîtînga 1'ê Îlonê
Serokê Komeleya 78'an a Amedê Ganî Alkan, bi şîara "Bi coşa Newrozê em dimeşin 1'ê Îlonê, Em şoreşa Rojava silav dikin" daxuyanî da û bang li hemû dezgeh û saziyên civakî û gel kir ku tevlî mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin û li dijî şer dengê xwe bilind bikin.
Komeleya 78'an a Amedê têkildarî mîtînga 1'ê Îlonê ku li Qada Stasyonê ya Amedê pêk tê li avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê komeleyê Serokê Komeleya 78'an a Amedê Ganî Alkan daxuyanî da û diyar kir ku 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê ji bo wan xwedî taybetmendiyek pir girîng e û bang li her kesî kir ku li dijî şer, înkar û îmhaya li ser mafê gelan tê meşandin di mîtînga 1'ê Îlonê ya li Amedê pêk bê de dengê xwe bilind bikin. Alkan, ji her kesî xwest ku li hemberî geşedan û şerê li Rojhilata Navîn tê pêşxistin hestiyar nêzîk bibin û wiha got: "30 salin li herêmê şerek tê meşandin. Di şerê 30 salan de wêran û hilweşandinek pêk hat. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bang li her kesî kir û pêvajoya "Çareseriya Demokratîk Jiyana Azad" da destpêkirin. Ev pêvajo ji aliyê gelê kurd ve hat pejirandin. PKK'ê gavên girîng û watedar avêtin. Lê li gel vê yekê hikûmeta AKP'ê hêj tu gav neavêtine. Niha jî dixwaze her tiştî di nava demê de şolî bike û pêvajoyê dirêj bike. Niha dixwaze Şoreşa Rojava bişkîne û Em wekî 78'an destûr nadin ku ev politîkayên AKP'ê pêş bikevin. Em dixwazin hikûmeta AKP'ê dest ji van polîtîkayên xwe yên înkar û îmhayê vegere. Em bang li her kesî dikin ku bi Coşa Newrozê 1'ê Îlonê pîroz bikin. Em dixwazin her kes di 1'ê Îlonê de li Qada Stasyonê tev li mîtîngê bibin."