Ji Aktîvîstên aştiyê kampanyaya piştgiriya bi Roboskê re

Ji Aktîvîstên aştiyê kampanyaya piştgiriya bi Roboskê re

 Aktîvîstên aştiyê  Îbrahîm Yaylali û Meral Geylanî di dirûşma 'Ji bo piştevaniya malbatên Roboskê tu jî îmze li ber hev bike' kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin û banga piştgiriyê kirin.


Ji aliyê aktîvîstên aştiyê Îbrahîm Yaylali û Meral Geylanî di dirûşma 'Ji bo piştevaniya malbatên Roboskê tu jî îmze li ber hev bike', kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Aktîvîstan dan zanîn ku mebesta kampanayayê ew e ku malbat li hember êrîşên hikûmetê bên parastin, doza malbatên Roboskê li dadgeha leşkeriyê neyê dîtin û li dadgeha sivîl bê dîtin.

 Astengiyên li hember darizandina adil bên rakirin û ji bo berpirsyarên komkujiya Roboskê bên darizandin bang dikin ku serokamar Abdullah Gul peywira xwe bîne cih. Kesên ku dixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê, navnîşana facebookê ya; https://www.facebook.com/events/209285572572573/?fref=t dikarin îmzeyan biavêjin.


Kampanya dê salvegera komkujiyê 29'ê kanunê de bi dawî bibe û îmzeyên ku bên berhevkirin dê ji serokamar re bên şandin.