Ji Amedê banga boykotkirina dibistanan

Ji Amedê banga boykotkirina dibistanan

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê hatin cem hev, ji bo boykota hefteyekê ya destpêka sala nû ya perwerde û hîndekariyê ku di 15'ê Îlonê de destpê dike, bang kirin.

Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê û TZP- Kurdî, li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî vekirina dibistana kurdî û boykota dibistanan de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta li ser "Ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, gelê kurd hefteyekê dibistanan boykot dike" nivîsandî hate vekirin de endam û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên wekî KURDÎ-DER, KESK, MAPER, KCD, DBP, HDP'ê amade bûn. Di daxuyaniyê de her tim dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin. Li ser navê saziyan daxuyanî ji aliyê Serokê Giştî ya TZP-Kurdî Sebahattîn Gultekîn ve hat xwendin. Gultekîn, diyar kir ku hemû danehevên madî û manewî yên gelan, ji aliyê ziman vê tên afirandin û ger ziman were windakirin hemû çand û dîrok jî tên windakirin.

Gultekîn got ku qedexekirina ziman qedexekirina hebûna gelan e û wiha axivî: "Ji bo vê ye ku di cîhana hemdem de wekî sûcê mirovahiyê tê qebûlkirin û ev sûcê mirovahiyê nêzî sed sal in li hemberî gelê kurd tê kirin." 

Gultekîn da zanîn ku ev 40 sal in gelê kurd hatiye asta ku nikare were windakirin û anî ziman ku divê dewletê di mijara dibistanên kurdî de gavan bijavêje. Gultekîn destnîşan kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêka zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Gultekîn, ji bo vê yekê bang li malbatên Kurd kir û diyar kir ku divê di 15'ê Îlonê de hefteyekê ji bo mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî dibistanên dewletê werin boykotkirin û zarokên xwe neşînin dibistanan.

Gultekin bilêv kir ku ji bo alternatîfa dibistanên dewletê wekî li Cizîr, Amed û Geverê dibistanên kurdî hatine vekirin û wiha axivî: "Em bang li gel, rêveber û pêşengên civakê dikin ku zarokên xwe bişînin van dibistanên xwe yên ku dibin dibistanên perwerdehiya zimanê dayîkê yên yekemîn e. Her wiha di hefteya yekemîn a vekirina dibistanan de zarokên xwe neşînin dibistanên fermî yên Tirk."

Daxuyanî piştî axaftina Gultekin bi çepik û dirûşmeyan dawî bû.