Ji Amedê re Waliyê bi eslê xwe ji Trabzonê

Ji Amedê re Waliyê bi eslê xwe ji Trabzonê

Bi Biryarnameya Waliyan a ji aliyê Ahmet Davutoglu yê anîn Serokwezîrtiyê hat amadekirin, Waliyê Samsun Huseyîn Aksoy li şûna Mustafa Cahît Kiraç li Amedê hat tayînkirin.

Biryarnameya Waliyan îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor biryarnameya waliyên nû û muşteşaran ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu pêşkeşî Serokkomar Erdogan kir; Waliyê Amedê Mustafa Kiraç kişandin navendê, Waliyê Samsûnê Huseyîn Aksoy wek Waliyê Amedê hat wezîfedarkirin.

Walî Aksoy, di sala 1963’yan de li Surmene ya Trabzonê di sala 1963’yan de hat dinê, di sala 1990-91’ê de li Amerîka perwerde dît. Kursa Tevgera Psîkolojîk a ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat amadekirin qedand.  Di navbera salên 1997-2000’î de Sekreteryaya Desteya Jor a Koordînatoriya Mafê Mirovan a Serokwezîrtiyê, di sala 2000-2001’ê de Sekreteriya Giştî ya Wezareta Karên Hundir, li Mugla, Mersîn û Samsûn walîtî kir.