Rêxistinên sivîl, sendîka û rêxistinên gelên xwecih ên Amerîkaya Latîn, bi boneya şermezarkirina komkujiya ku li Parîsê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd têde jiyana xwe ji dest dan dest bi şandina nameyan bo balyozxaneyên Franseyê kir.
Qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Amerîkaya Latînê jî deng veda. Li seranserê Amerîkaya Latîn gelek sendîka, rêxistinên sivîl û rêxistinên gelên xwecih dest bi şandina nameya bo balyozxaneyên Frensî kirin.
Nameyên ku têde tê xwestin ku divê berpirsên komkujiyê di demek zû de bê dîtin ji balyozxaneyên Franse yên li Arjantîn, Bolîvya, Venezuella, Nîkarague, Ekvator, Kolombiya, Perû, Kuba, Meksîka, Porto Rîko, Komara Domînîkê, Paraguay û Ûrûgûay re hatin şandin.
Kampanya bi pêşengiya Berdevkê Komîteya Piştevaniya Venezuella ya ji bo Kurdistanê Paul Ledesma, Berdevka Komîteya Piştevaniyê ya Ekvatorê Isabel Teran, Berdevkê Komîteya Piştevaniyê ya Bolîvyayê Rolando Wojas, Eniya Rizgariya Sandînîst a Nikarîgûa û xwendekarên Şîlîyê ve hate destpêkirin.
Organîzatorên kampanyayê da zanîn ku ew li rastî eleqeyeke xurt hatine û gelek bname bi rêyên elektronîk ji balyozxaneyên Franseyê re hatine şandin.