Bi banga koma anarsîştên Frensî li paytexta Parîs çalakiyeke protestoyî pêk hat û hate xwetin ku 15 anarşîstên di girtîgehên Tirkiyeyê de di gireva birçîbûnê de serbest bên berdan.
Bi banga Koordînasyona Komên Anarşît, lîberter û civaka Taarruz, Federasyona anarşîstan û lîbertera alternatîf nêzî 100 anarşîstê roja sêşemê li Parîsê ligel Kuleya Eyfelê li qada Mafê Mirovan hatin cem hev.
Anarşîstan da zanîn ku ji 11 hezarê heta niha hevalên wan yên anarşîst yên di girtîgehên Tikriyeyê de dest bi greva birçîbûnê kirine û peyama piştevahiyê dan hevalên xwe. Piştre çalakger berbi seferatxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan.
Di yekê bulanê de cejna karkeran de 60 anarşîst hatibûn binçavkirin. 51 kes çar roj şun de serbet berdabûn. 15 jî hatibûn girtin.