Ji artêşa tirk teşebusa ketina herêmên gêrîla

Ji artêşa tirk teşebusa ketina herêmên gêrîla

Hêzên Parastina Gel ragihand ku, duh di demjimêrên nîvro de helîkopterên Skorsky yên artêşa Tirk teşebusî herêmên Parastina Medyayê kirine û di encama ku hêzên gêrîla bersiv dayê paşde vegeriyane.

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR), di 25’ê Adarê di demjimêr 12’an de helîkopterên Skorsky yên artêşa Tirk hewil da bikevin herêma Geliyê Kûranîş yê di nava herêma Heftenînê de. Piştî ku hêzên gêrîla bersiv da helîkopteran neçarman paşde vegerin.

Piştî vê hewildana artêşa Tirk, di serî de herêma Kûraniş, Deriyê Dawetiya, Şehîd Kendal û Girê Nêrîna bi obîs û hawana hatin bombebaran kirin.