Ji Asayîşa Rojava li dijî bazirganiya mirovan biryarên girîng

Ji Asayîşa Rojava li dijî bazirganiya mirovan biryarên girîng

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, destnîşan kir ku li ser sînor tenê dê destûra derbasbûna nexweş û kesên xwedî pêdiviyên taybet bê dayîn, li hemberî vê jî kesên li ser sînor bazirganiya mirovan dikin wê bêne darizandin.

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistnê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi armanca valakirina herêmê û têkbirina destkeftiyên gel,li ser Rojavayê Kurdistanê êrîş pêk tên û bang li welatiyan hate kirin ku dest ji malên xwe, welatê xwe bernedin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Hêzên Asayîşa Rojava bi hemû li hemû bajaran amadene ku li dijî êrîşan parastinê bikin û hate diyarkirin ku di vê çarçoveyê de li hemberî planên koçberkirina welatiyên herêmê biryarên girîng hatine girtin.  Biryarên hatine girtin jî wiha hatin rêzkirin:

1-Dê bazirganên mirovan li gorî zagonan bêne darizandin.

2-Li ser sînor tenê dê ji nexweşan û kesên xwedî pêdiviyên taybet re rê bê vekirin.

3-Kesên aloziyan derdixînin wê bêne darizandin.

4-Derbarê kesên ku bêyî agahiya Asayîşê xaniyên xwe didin kirê de wê lêpirsîn bê vekirin.