Yekitiya Komeleyên Asuriyên Almanyayê ji Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal a Alman re nameyek şandin û xwetin daxwazên Kurdan ên di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a “Bila nasnameya Kurdan bê nasîn de, ku dê Meclîsa Federal di 15’ê cotmehê de ji bo wê bicive, qebûl bikin. Asuriyan da zanîn ku Kurdên li Almanyayê dijîn jî mîn Asuriyan weke Tirk Faris û Ereban tên dîtin û xwest ev xeletî were rastkirin.
Meclîsa Federal a Almanyayê dê si 15’ê cotmehê de ji bo kampanyaya Kurdan a “Bila nasnameya Kurdan bê nasîn” bicive. Her ku diçe piştgiriya ji bo vê kampanyaya Kurdan zêdetir dibin. Li Almanyayê zêdetirê 100 komele û saziyên penaberan, gelek rewşenbîr û civaknasê navdar Îsmaîl Beşîkçî piştgirî dan kampanyaya Kurdan û name ji Seroka Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal kresten Steinke re şandin û xwestin daxwazên Kurdan bê qebûlkirin.
Herî dawî nameyek bi îmzeya duwemîn Serok ê Yekitiya Komeleyên Asuriyên Almanyayê Saba Akgü ji Komîsyona Meclîsê re hate şandin û di nameyê de hate xwestin ku Melcîsa Ewropa daxwazên kampanyaya bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurdan ên Almanyayê (YEK-KOM) û ji aliyê zêdetirê 100 komeleyan ve tê destekkirin, qebûl bike.
'KURD JÎ JI BO TV-RADYO BACÊ DIDIN'
Di nameyê de hate diyarkirin ku zêdetirê milyonek Kurdên li Almanyayê dijîn jî mîn Asuriyan weke Tirk Faris û Ereban tên dîtin û xwest ev xeletî rastkirin. Hat diyarkirin ku ji bilî çend eyaletan, li eyaletên din ên Almanyayê zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibînin.
Di nameyê de hate destnîşankirin ku penaberên Kurd jî ji bo radyo û televîzyonan bacê didin, lê ji bilî li eyaleta NRW’yê li hemû eyaletên din ne xwediyê mafên weşanê ne. Hat bibîrxistin ku gava Kurd dixwazin navên Kurdî li zarokên xwe bikin li rastî astengiyan tên. Her wiha hat diyarkirin ku her çendî Kurd duwemîn koma herî mezin ên penaberên li Ewropayê ne, lê nikarin di komîsyona diyaloga nav olan û hevsengiyê de cih bigirin. Di nameyê de bang hate kirin ku weke komên din ên penaberan mûamele li Kurdan bikin û di çarçoveya krîterên nasnameya Kurdan ji aliyê Almanyayê ve bê nasîn.