Ji Asuriyan ji bo greva birçîbûnê banga hestyariyê

Ji Asuriyan ji bo greva birçîbûnê banga hestyariyê

Bêdengî û xemsariya hukûmeta Tirk a li hemberî greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ku ji 12’yê îlonê ve berdewam dike, ji aliyê Asuriyan ve hate şermezarkirin. Saziyên Arusiyan ên li Ewropayê bi daxuyaniyekê bang li hukûmeta Tirk hate kirin ku ji greva birçîbûnê hewl bide.

Federasyona Asuriyên Almanya û Ewropaya Navîn (ZACD), Federasyona Komeleyên Suryaniyên Almanyayê (HSA) Federasyona Komeleyên Geşedana Tûrabdîn (DETA) û Yekitiya SuriyaniyêN Ewropayê (ESU) daxuyaniyek hevpar dan û gotin:

"Li gorî agahiyên ji girtîgehên li Tirkiyeyê hatine wergirtin, bi sedan girtiyên bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rû bi rû mane hene. Ger pêşî li vê yekê neyê girtin, ger bersiva daxwazên mirovahî û demokratîk a girtiyn ku 58 roj in di gireva birçîbûnê de ne neyê dayin, êdî bivênevê dê mirinê yek bi yek an jî bi komî çêbibin.”

Saziyên Asurî-Suryanî bi bîr xistin ku Erdogan 31’ê cotmeha 2012 li Almanyayê gotibû “tu greva birçîbûnê tune ye, şowê dikin(... ), pirsgirêka me ne tenê pirsgirêka birayên me yên Kurd e, pirsgirêka 75 milyon kesan e. Ez hemûyan hembêz dikim û hewl didim ku bibim dermanê derdê wan hemûyan.”

Saziyan wiha gotin: “Em weke sazî û dezgehên Asurî-Suryanî-Keldanî di serî de bêdengî û xemsariya serokwezîr û li hemû rayedarên welat dikin ên a li hemberî vê greva birçîbûnê ku dibe rê li ber bûyerek dilşewat veke, bi tundî şermezar dikin.”

Saziyan da zanîn ku ev helwest tu feydeyê nade tu kesî û gotin: “Rêveger yên ku li hemberî greva birçîbûnê ya 800 mirovên ku li hemberî daxwazên xwe yên mirovahî û demokratîk 58 roj in bi mirinê re rû bi rû ne, bê deng dimînin û ji bo derdê wan nabin derman, ew ê çawa bikarin ji derdê 75 milyonan re bidin derman, tu kesek ji vê yekê bawer nake. Di serî de serokwezîr Erdogan, em bang li hemû rayearan dikin ku hestyartir b ibin û di demek herî zû de çareseriyek peyda bikin."