Ji Aydinê 12 ton alîkarî ji Rojava re hat şandin

Ji Aydinê 12 ton alîkarî ji Rojava re hat şandin

Rêxistinên BDP'ê yên Bajarê Aydinê û navçeyên wê, alîkariya ji bo Rojava kom kiribûn, şandin.

Rêxistinên BDP'ê yên Bajarê Aydinê û navçeyên wê, di çarçoveya kampanya ji bo Rojava de alîkariyek ji 12 tonî berhev kirin.

Rûn, miqarne, birinc, xwarinên hişk, ard, kevnikê pêçandina zarokan, betanî û pêdiviyên jiyana rojane yên ji bo Rojava hatin komkirin, ber bi navçeya Mêrdîn Nisêbînê ve duh êvarê bi kamyonan hatin şandin.

Li ser kamyona alîkariyê pankarta bi nivîsa "Em Şoreşa Rojava silav dikin" hat daliqandin. Beriya birêketina kamyonê, Hevserokê BDP'ê yê Bajarê Aydinê Raîf Kanat diyar kir ku ew li gel alîkariya kom kirine, silavên xwe ji Rojava re dişînin.

Di vê navberê de 3 polîsên sivîl, kamyona alîkariyê xistin kamerayê.