Ji Bakurê Kurdistanê bi sedan ciwan li Kobanê ne
Ji Bakurê Kurdistanê bi sedan ciwan li Kobanê ne
Ji Bakurê Kurdistanê bi sedan ciwan li Kobanê ne
Bi sedan ciwanên Bakurê Kurdistanê ji bo parastina herêma Kobanê herikîn Kobanê û ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin.
Li ser banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û hikûmeta Kobanê ji bo parastina herêma Kobanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi sedan ciwanên Bakurê Kurdistanê sînor derbas kirin û ber bi Kobanê ve herikîn.
Ciwan ji aliyê gelê herêmê ve hatin pêşwazîkirin. Ciwanan çek hilgirtin û berê xwe dan çeperên şer û li rex şervanên YPG'ê bicih bûn.
Ciwanan soza parastina herêma Kobanê ji hemû cureyên êrîşan dan û gotin ku xaka Kobanê tu caran çeteyên êrîşkar qebûl neke û nehewîne.
Ji bo hatina ciwanan a li ser banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û hikûmeta Kobanê welatiyên herêmê gelekî kêfxweş bûn.