Ji Barzanî bo Hevserokê PYD’ê peyama sersaxiyê

Ji Barzanî bo Hevserokê PYD’ê peyama sersaxiyê

Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û şervanê YPG’ê Şervan Muslim ku di pevçûnek ya 9’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest.

Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û şervanê YPG’ê Şervan Muslim ku di encama pevçûnek 9’ê Cotmehê li Girê Spî di navbera çeteyên El Qaîde û hêzên YPG’ê de jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand.

Peyama sersaxiyê ya ji bo Hevserokê PYD’ê Salih Muslim hate nivîsîn, di malpera înternetê ya Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê de hate weşandin. Barzanî got: “Şehîdbûna kurê we Şervan em pir xemgîn kirin. Em sersaxiyê ji şexsê we û malbata we re dixwazîn.”

Di peyamê de Barzanî da diyarkirin ku, “Gelê Kurdistanê di rêya azadiyê de gelek şehîd dan. Em pê bawerin ku, bi fedekariya zarokên gelê me didin nîşandan dê mafê gelê me yê rewa bidest bixin.”

Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih jî bi telefonê li Hevserokê PYD’ê Salih Muslim geriya û sersaxî jê xwest.