Ji Başûr 21 hezar penaber vegeriyane Rojavayê Kurdistanê
Ji Başûr 21 hezar penaber vegeriyane Rojavayê Kurdistanê
Ji Başûr 21 hezar penaber vegeriyane Rojavayê Kurdistanê
Rêveberiya giştî ya koç û koçberan a herêma Kurdistanê da xuyakirin ku heta niha 21 hezar û 358 penaber ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Şakir Yasîn rêvebirê giştî yê koç û koçberan ê Herêma Kurdistanê ragihand, ku heya niha li Herêma Kurdistanê 21 hezar 358 penaberên ku ji Rojava hatibûn Başûrê Kurdistanê vegeriyane ser cih û warê xwe. Sedemê vegera wan jî bi vî awayî destnîşan kir; “Ji ber ku herêmên Kurdan ên li Rojava di nava aramiyê de ne, penaber dizîvirin ser cih û warên xwe.”
Şakir Yasîn der barê rewşa penaberên niha li Başûr in jî agahî dan û got: “ Niha me dest bi veguhastina penaberan ji kampên herêmê kiriye ji bo her du kampên standart ên Dare Şekran û Basrime. Rojane kar û barê 100 kesan em sererast dikin û vediguhêsin van kampan.”
Şakir Yasîn der barê helwesta hikumeta Bexda ya li hember penaberên ji Rojava hatine wiha got: “Me heya niha gelek caran ji bo alikariya penaberan ji hikumeta Îraqê alîkarî xwest, lê ti alikariyek nekirine.”
Li gorî rêvebirê giştî yê koç û koçberan, li Herêma Kurdistanê nêzîkê 225 hezar kes penaber hene.