Ji Başûrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê îxracata petrolê destpê kir!

Ji Başûrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê îxracata petrolê destpê kir!

Hate ragihandin ku, li ser lûleya petrolê ya di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de veguhestina petrolê destpê kir. Têkildarî mijarê heya niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Li gorî çepameniya Herêma Federal ya Kurdistanê veguhestina petrolê destpê kir. Heya niha ji rayedaran daxuyaniyekî ku vê nûçeyê piştrast bike yan direwîne nehatiye kirin.

Lê belê ji Hikumeta Tirk Sefîn Dizayî roja Înê daxuyaniyek da bû û gotibû, “Wisa xuya dike di nava çend heftiyan de yanî serê sersalê dê dest bi şandina petrolê bikin.” Sefîn Dîzayî dabû diyarkirin ku, destpêkirina îxracata petrolê girêdayî sedemên teknîkiye.

Dîzayî anî ziman ku, piştî pirsgirêkên teknîkî ji holê rabûn ew dê dest bi îxracata petrolê bikin û aşkera kir ku, hikumeta Herêma Kurdistanê ev salek û nîve amadekariyên îxracata petrolê dike û xebatên dîplomatîk ên pêwîst biawayek hesas birêve dibe.

Bi vî awayî Dîzayî bi awayek fermî hevpeymana petrolê ya di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de qebûl kir û got: “Hevpeyman hatiye îmze kirin û ev ji bo herdu aliyan jî derbaz dibe.”

Hevpeymana Petrolê herî dawî bi serdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê hatibû rojevê û rê li nîqaşên mezin vekiribû.

Petrola ku dê îxracatî Tirkiyeyê bikin, çav lê ye ji sahaya petrola Teq Teqê heya digehe lûleya petrola Kerkûk-Yûmûrtalik ku li sinorê Tirkiyeyê ye dê bi hev ve girêbidin.

Xeta lûleya petrolê ya di navbera Hewlêr-Tirkiye ku sala 2012’an dest bi çêkirina wê kirin û 400 milyon pere lê xerc kirin, yekemîn xeta lûleya transit ya Kurdistanê ye.

Ev lûleya petrolê dê cara destpêkê rojane 150 hezar varêl petrol bişîne heya dawiya sala 2014’an jî 400 hezar valêr bişîne. Dirêjahiya lûleyê 250 kîlometreye. Şîrketên navnetewî ên li herêmê faliyetan dikin jî difikirin bikar bînin.

Li ser vê xeta lûleyê dê çavkaniyên enerjiyê yên Başûrê Kurdistanê îxracî bazara Tirkiye û navnetewî bike.