Ji BDP’a Mêrdînê banga çalakiyan

Ji BDP’a Mêrdînê banga çalakiyan

Rêxistina BDP’a Mêrdînê da diyar kirin ku, biboneya şermezarkirina qetla 2 ciwanan li Geverê ji aliyê polîs ve li  navçeyên Qoser, Nisêbîn û Dêrikê çalakiyan li darbixin.

Rêxistina BDP’a bajarê Mêrdînê biboneya şermezarkirina qetla du ciwanên Kurd li navçeya Geverê dê îro di demjimêr 15’an de bi hemwext li Qoser, Nisêbîn û Dêrikê çalakiyan li darbixin.

Di daxuyaniya Rêxistina BDP’ê de wiha tê gotin: “ Li Qoserê li Qada Azadiyê, li Nisêbîn û Dêrikê jî li ber avahiya Rêxistinê BDP’ê di demjimêr 15:00’an de wê re destpêkirin, em li bendê ne ku hemû gelê me beşdar bibe.”