Ji BDP'ê ji bo karkerên li Şirnexê peyama sersaxiyê

Ji BDP'ê ji bo karkerên li Şirnexê peyama sersaxiyê

BDP'ê, ji ber karkerên di binê xirbeyê kana komirê ya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan, ji gelê Şirnexê re sersaxî xwest û got, "Ev qezayê kar ku veguherîne kuştinên kar careke din nîşan didin ku di ewlekariya kar de tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin û girîng ji jiyana mirovan re nehatiye nîşandan."

Navenda Giştî ya BDP'ê, piştî ku ji binê xirbeyê kana komirê ya li Giron a Şinrexê cenazeyê 3 karkeran hat derxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku salê herî kêm sê-çar caran li qadên madenê qeza rû didin û ev qeza bi mirinê bi encam dibe.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin, "Ev qezayê kar ku veguherîne kuştinên kar careke din nîşan didin ku di ewlekariya kar de tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin û girîng ji jiyana mirovan re nehatiye nîşandan. Eger di dema xwe de kontrolên pêwîst bên kirin û tedbîr werin girtin, dê pêşî li van qezayan bê girtin. Ti sedema exlaqî, wicdanî û însanî ya wernegirtina van tedbîran nîne."

BDP'ê got, "Divê di mijara ewlekariya kar de tedbîrên pêwîst werin girtin, kontrol werin xurtkirin û karkeran neşînin mirinê." BDP'ê xwediyên kanên madenê û rayedarên dewletê hişyar kir û ji malbata karkeran û gelê Şirnexê re jî sersaxî xwest.