Ji BDP û KCD'ê bi 8 madeyan pêşniyara çareseriyê

Ji BDP û KCD'ê bi 8 madeyan pêşniyara çareseriyê

Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk diyar kir ku ew piştgiriyê didin biryara KCK'ê ya boykotkirina dibistanan a ji bo hefteyekê û bi 8 madeyan pêşniyara çareseriyê pêşkêşî hikûmetê kir. BDP û KCD'ê dan xuyakirin ku pêvajoya çareseriyê neqediyaye, lê xetimiye û ji bo sererastkirinên qanûnî banga lezgîn li hikûmetê kirin.

Hevserokên BDP û KCD'ê, li gel nûnerên saziyên civakî yên sivîl der barê rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê û demsala nû ya perwerdeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk daxuyanî da û diyar kir ku ji bo Kurdan rojên girîng û dîrokî tên jiyîn û got, "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd me firsendeke dîrokî zevt kirine. Kurd di vê pêvajoyê de aktorekî dînamîk e. Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka PKK'ê ye. Em alîgirê dewamkirina xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk in. Divê pêvajoya aştiyê bê navber dewam bike."

Turk da xuyakirin ku ew weke pêkhateyên Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê bang li hikûmetê dikin, ku ji bo çareserkirina vê rewşa xetimandî ya pêvajoya çareseriyê tavilê gavan biavêje û destnîşan kir ku ew ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, piştgiriyê didin biryara boykota dibistanan.

Turk bal kişand ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê û got, "Pêwîste Tirkiye, dawî li alîkarî û destekkirina hêzên li dijî Kurdan şer dikin bîne. Divê Kurdan weke hevalbendekî xwe yê xwezayî bibîne." Turk destnîşan kir ku dijminahiya li hemberî partî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê, dijminahiya lid ijî deskevtiyên siyasî yên Kurdên li Rojavayê Kurdistanê, dê bandoreke neyînî li pêvajoya çareseriyê bike.

Ehmed Turk dûre metna daxuyaniya çapemeniyê xwend. Turk diyar kir ku weke pêkhateyên Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê ew piştgiriyê din pêvajoya çareseriyê ya şerê navbera dewleta Tirk û PKK'ê rawestandiye û dayîna mafên xwezayî û rewa yên gelê Kurdistanê ferz dike. Turk bi vê armancê bi 8 madeyan pêşniyar li hikûmetê kir.

Sernavên di belavokê de cih digirin, wiha hatin rêzkirin:

"'Perwerdeya Zimanê Dayikê' ku daxwaza gelê Kurdistanê ye, ewlekirina mafên Kurdan û gelên din di destûra bingehîn de, rêveberiya xwe bi xwe ya gelê Kurdistanê û qebûlkirina Kurdî weke zimanê fermî, divê ji pêvajoyê cuda bên nirxandin. Ji ber ku ev daxwaz, daxwazên xwezayî û daxwazên miletbûyînê yê gelê Kurdistanê ye. Lewma nabe li ser van daxwazan bazarî bê kirin.

- Em girîngiyê didin biryar û dewama biryara agirbestê ya PKK'ê û ji dewlet û hikûmetê dixwazin ku gavên pêwîst biavêjin. Rawestîna vekişîna milîtanên PKK'ê nayê wateya bidawîbûna pêvajoyê, nîşaneya xetimîna pêvajoyê ye. Bi pêvajoya çareseriyê re, li ser daxwaza wan ev zarokên gelê Kurdistanê û welatiyên dewleta Tirkiyê divê karibin beşdarî jiyana civakî û siyasî bibin. Ji bo vê jî pêwîste bi lezgînî sererastkirineke qanûnî bê kirin.

- Di çarçoveya rola Birêz Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de, divê hemû astengiyên li pêşiya beşdariya wî li pêvajoyê, têkiliya wî ya bi raya giştî û gel re, bên rakirin.

- Ji bo pêvajo watedar be; divê girtiyên KCK'ê tavilê bên berdan. Eger ji bo vê pêwîstî bi guhertinên qanûnî hebe jî, divê bêyî dem di ser re derbas bibe tavilê bîne rojeva Parlamentê.

- Yek ji xalên ku di warê siyasî de girîng e û dikare feydê li pêvajoya çareseriyê bike, rakirina benda ji sedî dehan a hilbijartinê ye. Divê derfet bê afirandin ku hemû rêxistin û partiyên siyasî yên li Kurdistanê bi hebûna xwe karibin siyasetê bikin.

- Pêwîste dewlet û hikûmeta Tirk têkiliyeke baş bi hikûmet û tevgerên li parçeyên din ên Kurdistanê re deyne. Divê destek û alîkariya xwe ya ji bo komên li dijî Kurdên li Rojava şer dikin bibire û Kurdan weke hevalbendekî xwe yê xwezayî bibîne. Dijminahiya li hemberî partiyên siyasî yên li Rojava, dijminahiya li dijî deskevtiyên siyasî yên Kurdên li Rojavayê Kurdistanê, dê bandoreke neyînî li pêvajoya çareseriyê bike û dibe ku ev yek bibe sedem ku pêvajo bi tu awayî nemeşe.

- Di van rojên ku serdema nû ya perwerdeyê li Tirkiyê destpê dike, divê teqez "Perwerdeya Zimanê Dayikê" bikeve rojevê û hikûmet di vê mijarê de daxuyaniyên neyînî nede. Di vê çarçoveyê de em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku beşdarî boykota hefteyekê ya dibistanan bibe û tev li çalakiyên dayîna dersên Kurdî ya li her qadê bibin.

- Divê hemû etnîk, ol û mezhebên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne di warê bêparî, di warê edalet û azadiyê de wekhev bin. Em weke aliyê Kurdistanî, soza vê didin. Em heman helwestê ji dewlet û derdorên din jî hêvî dikin."