Ji BDP ya Hatayê alîkarî ji bo Rojava
Ji BDP ya Hatayê alîkarî ji bo Rojava
Ji BDP ya Hatayê alîkarî ji bo Rojava
Rêxistina BDP'ê ya Hatayê ji bo tevkariya Rojava wesayîteke mezin, xwarin û amûrên tibî li ber hev kir û ji Skenderûnê şand Mêrdînê.
Rêxistina BDP'ê ya Hatayê ji bo tevkariya Rojava kampanya da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de wesayîteke mezin, xwarin û amûrên tibî li ber hev kir. Piştî ku tevkarî li TIR'ê hat barkirin serokê rêxistina BDP'ê ya Skenderunê Abdurrahîm Şahîn axaftinek kir û anî ziman ku lingê yekem ê kampanyayê bi dawî bûye û dê kampanya bidome. Şahîn wiha got: "Bi piştgiriya endamên partiya me tevkariya xwarinê û amûrên tibî hatin berhevkirin û li vir wiha jî dê kampanyaya me bidome. Em dixwazin ev tevkariya ku hatiye berhevkirin bigihêje gelê me yê Rojava."
Piştî axaftinan tevkariya ku li TIR'ê hat barkirin ber bi Mêrdînê bi rêket.