Ji Bedlîsê bo Rojava piştgirî

Ji Bedlîsê bo Rojava piştgirî

BDP’a Bedlîsê, KCD û rêxistinên civaka sivîl ji bo ku bi gelê Rojava re bikevin nava piştevaniyê kmapanyaya alîkariyê dan destpêkirin.

Der barêkampanyayê de li avahiya BDP’a Bedlîsê  Serokê BDP’a Bedlîsê Hasan Osmanoglu  daxuyaniyek da û destnîşan kir ku gelê Rojava ev du sal zêdetire pirsgirêka xurekê dijîn.  Osmanogulari da zanîn ku divê gelê Bedlîsê li dijî vê êşa gelê Rojava bê deng nemîne û wiha got:

“Di serî de di erdhêja Wanê de û gele bûyerên bûne sedema êş û elemên gelê Bedlîsê çûne alîkariya wan.  Em bawerin kampanyaya hatiye destpêkirin kêm be jî dê bibe dermanê êşa gelê Rojava û gelê Bedlîsê jî bibe merhem.

Osmanogulari diyar kir ku dewletên herêmê û hêzên navnetewî ligel ku di alîkariya çekan dide her du hêzan jî, alîkariya mirovahî nade gel û wiha got:

 “Dewletên herêmê fikarên xwe yên siyasî tînin ziman û ambargoyê didomînin. Şerê ku didome bandoreke mezin li ser jin û zarokan dikin. Ji du salan û heta niha ev êş didome û ji bo ku dawî ev êş bi dawî be hewcedarî bi alîkariya xurek û gelek tiştên din e.  Di çarçoveya kamapnayayê de hemû alîkariyên bên berhevkirin dê bigihînin gelê Rojava. Em di wê baweriyê dene ku dê gelê Bedlîsê bi hestiyar tevbigere.”