Ji ber 22 kuştinan der heqê cerdevan û leşkeran de doz hat vekirin

Ji ber 22 kuştinan der heqê cerdevan û leşkeran de doz hat vekirin

Lêpirsîna li ser kuştina 22 kesan di navbera salên 1992-96'an li navçeya Mêrdîn Qoserê de, bi dawî bû. Di gilînameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Qoserê hat amadekirin de, Fermandarê Jendermeyan ê Bajarê Amedê Albay Eşref Hatîpoglû, Cîgirê Fermandarê Jendermeyan ê Qoserê Hasan Atîlla Ûgûr, Fermandarê Yekîneya Komando ya Jendermeyan Ahmet Boncûk ên wê demê jî di nav de xwest 9 gumanbar ku 5 jê cerdevan in ji ber sûcên "avakirina rêxistina terorê ya çekdar, endametiya vê rêxistinê" û "bi zanebûna kuştina mirovan" de bên cezakirin.

Serdozgeriya Komarê ya Qoserê, gilînameya der heqê 9 gumanbarên 4 jê leşker û 5 cerdevan ên der heqê kuştina 22 kesan de amade kir, ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin.

Di gilînameyê de hat ragihandin ku piştî mexdûr û şahidan di îfadeyên xwe de ragihandine 'cînayetên hingî di bin sîwana rêxistina bi navê JÎTEM'ê de hatine kirin û Fermandarê wê demê yê Jendermeyan ê Navçeya Qoserê Hasan Atîlla Ûgûr bi keîba xwe re îşkence li mirovan kiriye û gund dane valakirin", lêprisîn hatiye berfirehkirin.

Di gilînameyê de hat diyarkirin ku bi armanca ronîkirina kuştinên kiryar ne diyar ên li herêmê rû dan, li gorî daxuyaniyên şahidan û nirxandina naverokên dosyayên berê hin cih hatine kolandin, cesedên hatine dîtin ji bo were lêkolînkirin ji Serokatiya Saziya Tipa Edlî re hatine şandin.

LI QOSERÊ 'TÎMA KÊRÊ'

Di gilînameyê de hat destnîşankirin ku fermandarên wê demê Fermandarê Jendermeyan ê Bajarê Amedê Albay Eşref Hatîpoglû, cîgirê Fermandarê Jendermeyan ê Qoserê Hasan Atîlla Ûgûr û Fermandarê Yekîneya Komando ya Jendermeyan Ahmet Boncûk, rêveberên Amed û Qoserê yên "JÎTEM'ê" ne û wiha hat gotin: "Agahî hatiye peydakirin ku di bin sîwanê rêxistina bi navê JÎTEM'ê de, 'Tîmeke Kêrê' ya ji cerdevan û îtirafkaran pêk tê heye, ku di nava vî tîmî de cerdevan Abdurrahman K, Ramazan Ç, Mehmet Salih K, Mehmet Emin K û İsmet K û leşker Unal A henei di navbera salên 1992-96'an de li herêmê xebat meşandine."

Di gilînameyê de hat xwestin ku gumanbar ji ber sûcên "avakirina rêxistina terorê ya çekdar, endametiya vê rêxistinê" û "bi zanebûna kuştina mirovan" de bên cezakirin.

Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê jî der heqê lêpirsînê de daxuyaniyek da û ragihand ku rûniştina destpêkê ya dozê wê di 28'ê Mİjdara 2014'an de li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin û got, "Em girîngiyê didin vê darizandinê. Di heman demê de em ê tevlî bibin û bişopînin."