Ji ber baranê riya Şirnex û Colemêrgê hate girtin

Ji ber baranê riya Şirnex û Colemêrgê hate girtin

Li Şirnexê ji ber barana 2 rojin bê navber dibare riya Şirnex-Colemêrgê û Elkê hate girtin.

Ji ber barana du rojin li Şirnexê dibare çemê nêzî gundê Nerweh rabû û ji ber vê yekê riya Şirnex û Colemêrgê ji trafîkê re hate girtin. Riya E-5 a bejayî ya nêzî gundê Setkar a Elkê jî ji ber lehiyê hate girtin. Şaredariyê Elkê û yekîneyên TEDADŞ'ê ji bo riyê vebikin xebatan dikin.