Ji ber di qawişa PKK’yiyan de dima nehat berdan!
Ji ber di qawişa PKK’yiyan de dima nehat berdan!
Ji ber di qawişa PKK’yiyan de dima nehat berdan!
Girtiyê nexweş Necdet Bozkûrt ê di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de girtiye, ji ber ku dema girtina wî xilas bûye ji bo “berdana bişert” serlêdan kir, lê serlêdan ji ber ew jî di qawişa girtiyên ji doza PKK’ê girtî de dimîne, bihinceta “rewşa nebaş” red kir.
Derket holê ku serlêdana “bişert berdanê” a girtiyê nexweş Necdet Bozkûrt ku li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiye, bihincetên keyfî hatiye redkirin. Bozkûrt ku nexweşiya dil jî lê heye 5’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê daxwaza wî nirxand. Dadgehê bihinceta ku li heman qawişa girtiyên ji doza PKK’ê girtî lê maye û cezayên dîsîplînê standine hate redkirin. Têkildarî mijarê li Salona Vedat Aydin ya Şaxa ÎHD’a Amedê, Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî, malbata Bozkûrt û endamê Komîsyona Girtîgeha Şaxa ÎHD’a Amedê Muhterem Suren tevlîbûn û civînek ya çapemeniyê li darxistin.
Di civînê de Racî Bîlîcî axivî û balkişande ser ku, her roja ku diçe zextên li girtîgehan zêde dibin û anî ziman ku, AKP behsa demokratîkbûyînê dike, lê dipratîkê de ji binpêkirinên mafan tejiye. Bîlîcî da zanîn ku, naveroka paketa demokratîkbûyînê a rojên borî Serokwezîrê Tirk Erdogan aşkera kir valaye û got: “Girtiyên li girtîgehan ji mafên xwe ên bingehîn tên mehrûm kirin. Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. Li rexmî vana hemûyan jî tu başbûnek pêknehatiye.”
Piştre dayîka Bozkûrt Bozan Bozkûrt axivî û da diyarkirin ku, cezayê kurê wê xilas bûye û ji bo serbest berdane ew çûne ber girtîgehê lê, me zanîn ku nayê berdan. Bozanê aşkera kir ku, du kurên wê li girtîgehê ne.
Endamê Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa ÎHD’a Amedê Prz. Muhterem Suren jî got, înfaza Bozkûrt bidawî bûye, ji ber vê pêwîste “bişert serbest” were berdan. Lê bi pêkanînên keyfî ji ber “rewşa nebaş” neberdaye. Suren anî ziman ku, 5’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê 22 cezayên dîsîplîn û 4 cezayên hucreyê ên Bozkûrt hincet nîşandane û got: “Di biryarê de tiştek din ecêb hebû. Hate gotin ku, ‘di odeya milîtanên PKK’ê de maye, ji rêxistinê cûda nebûye, di nava rêxistinê de giraniya wî qasî milîtanekiye’ û biryara redkirina daxwazê da.”
Suren da diyarkirin ku, bi vê biryarê rêveberiya Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî mafê Bozkûrt ên çûna girtîgehekî vekirî jî ji dest girt. Bozkûrt wiha axivî: “Lê belê dema ku mirov temaşe dike ji ber ku 5’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hinceta “rewşa baş” nedaye, rêveberiya girtîgehê jî ev biryar girtiye. Dema ku mirov li bûyerê dinêre, li girtîgehê netenê hikumxwarî, girtî jî dimînin. Kesên ku hêjan girtîne û cezayên wan nehatine dayîn jî weke ‘endamên rêxistinê” têne dîtin. Necdet Bozkûrt bihinceta ku li gel kesên ji ‘endamtiya rêxistinê’ tên darezandin dimîne, ji ‘rewşa baş’ sûd negirt.”
Suren anî ziman ku bi vê biryarê xwestine bêjin “Ger tu serbixwe bî dikarî ji vî mafê sûd bigirî. Lê na ger li gel endamên rêxistinê bimînî em jî dê te bi vî awayî ceza bikin.” Suren da diyarkirin ku, cezayên dîsîplînê ên Bozkûrt girtibûn jî ji aliyê dadgeriyê ve hatibûn rakirin.
Suren destnîşan kir ku, ew dê li Wezîrtiya Edaletê bikevin nava hewildanan. Weke din jî hate hînbûn ku, ger biryara hatî girtin bikeve meriyetê dê Bozkûrt dest bi “roja mirinê” bike.