Ji ber hilweşîna înşeata zanîngeha Mûşê 7 karker birîndar bûn
Ji ber hilweşîna înşeata zanîngeha Mûşê 7 karker birîndar bûn
Ji ber hilweşîna înşeata zanîngeha Mûşê 7 karker birîndar bûn
Di înşaeta Navenda Kongre û Çandê ya Zanîngeha Alparslan a Mûşê de, dema beton hat rijandin banê wê hilweşiya û di encamê de 7 karker birîndar bûn.
Di înşaeta Navenda Kongre û Çandê ya Zanîngeha Alparslan a Mûşê de, dema beton hat rijandin saet di 11'an de banê wê hilweşiya û 7 karker di binê xirbe de man.
Di encama xebatên rizgarkirinê yên ekîbên Lêgerîn-Rizgarkirinê û Servîsa Lezîn a 112'an de her 7 karker ji binê xirbe hatin derxistin û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Rektor Prof. Dr. Înanç da xuyakirin ku ewê lêkolîn bikin ka kêmasiya kargeha muteahhît di vê bûyerê de heye yan na.