Ji ber mayinên çeteyan 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
Ji ber mayinên çeteyan 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
Ji ber mayinên çeteyan 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
Komên çete yên ku ji aliyê hêzên YPG'ê ve ji gundên derdora Serêkaniyê hatin derxistin, li dora gundan mayîn çandin. Di encama teqîna mayînek ji vana de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.
Komên çete yên ku ji gundên derdora Serêkaniyê hatin derxistin, dema reviyan li ser rêyan mayin çandin. Li gorî agahiyên ku hatine bidest, li gundê Lezga ku 17 kîlometre li başûrê Serêkaniyê û piranî welatiyên wê Kurdên Êzidî û Ereb bin, li ser rêya dikeve gund mayinek ku ji berê de hatibû bicîhkirin teqiya. Di encama teqînê Kurdê Êzidî Hesen Memo û welatiyê ereb Taha Turkî jiyana xwe ji dest dan, 2 welatî jî birîndar bûn.
Piştî teqînê hêzên Asayîşa Ebû Rasyen li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Di encama lêkolînê de 4 mayînên din ku ji berê de hatibûn çandin hatin hilanîn.