Ji ber teqîna depoya mazotê welatiyek mir

Ji ber teqîna depoya mazotê welatiyek mir

Li Efrînê di encama teqîna depoya mazotê ya malekê de, welatiyekê bi navê Mihemed Certa jiyana xwe ji dest da.

Duh êvarê depoya mazotê ya di mala welatiyê bi navê Mihemed Certa (43) ya li taxa nû ya Efrînê nêzî Kolana Vêlat teqiya, di encama teqînê de Mihemed Certa jiyana xwe jidest da, her wiha ziyanên aborî li malê û derdora wê çêbûn.

Piştî teqînê hêzên asayîşê, îtfaye û ambulans bi lez çûn cihê bûyerê, agir hate vemirandin û cenazeyê Mihemed rakirin Nexweşxaneya Efrîn û asayîşê lêkolîn li cihê bûyerê da destpê kirin.

Rayedarên asayîşê diyar kirin ku, beriya niha ji bo ewlekariya welatiyan û metirsiya ji teqînan, madeyên sotemeniyê ku li kolanan dihate firotin rakirin. Piştî biryara asayîşê hin ji welatiyan depoyên xwe veguhezîn malên xwe û bi dizî difirotin.