Ji Bexda ji bo Gazpromê: An em an Kurdistan

Ji Bexda ji bo Gazpromê: An em an Kurdistan

Hukûmeta Bexdayê ji şîrketa mezin a petrolê ya Rûsan Gazpromê xwest ku ji pemanên ji bo kanên petrolê yên li rojhilatê Iraq û Herêma Kurdistanê yekê hilbijêre.

Berdevkê Alîkarê Serokwezîrê Iraqê yê ji Enerjiyê berpirs Huseyin Şehristanî Faysal Abdullah got: “Me ji hukûmetê re xest ku ji Gazrpomê re bêje divê yek ji peymanên bi Kurdistanê re an jî divê vekişîna ji herêma Badrayê hilbijêre.” Devera petrolê ya Badrayê li başûrê rojhilatê Bexdayê cih digire.

Gazpromê di berfanbara 2009 de îhaleya li Badrayê qezenç kiribû. Lê şîrketa Rûs di meha tebaxê de ji bo derxistin û hilberandina petrolê du peyman bi Herêma Kurdistanê re mor kiribû.