Hikûmta Navendî ya Iraqê, Rêveberiya Federal a Kurdistanê hişyar kir û got ku divê di bestina peymanên bi Tirkiyeyê re, ji Bexdayê bersiva erê bigire.
Şêwirmendê çapmeniyê yê Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî, Eli El Musavi daxuyaniyek da û wiha got: “Peymanên ku divê bê îmzekirin, divê li gorî makeqanûn û zagonên li gorî têkiliyên rêveberiya kurd û Bexdayê bin.
Balkêş e ku daxuyaniya Musavî, piştî ku rêveberiya kurd, rêveberiya Bexdayê li pişt xwe hişt û bi Enqereyê re peymana hinardeya petrola piyaseya navnetewî kiriye, hate dayîn.