Ji Bexdayê bo şîrketên Frensî gefa Kurd

Ji Bexdayê bo şîrketên Frensî gefa Kurd

Hikûmeta Navendî ya Iraqê şîrketên petrolê yên Franseyê hişyar kir kir ku bi rêveberiya Herêma Kurdistanê re peymanan mor nekin, an ne dê hikûmeta Iraqê hemû peymanên petrolê yên li herêmên din ên li Iraqê yên bi van şîrketan re betal bikin.

Alîkarê Serokwezîrê Iraqê yê ji enerjiyê berpirsyar Huseyîn El Şehrisatnî di hevdîtina bi balyozê Frensî yê Bexdayê Denys Gauer re pêk anî de diyar kir ku ger di serî de Total, şîrketên din ên Frense ji bo petrolê bi Herêma Kurdistanê re peyman mor bikin, dê hemû hikûmeta Iraqê hemû peymanên li gel van şîrketan ên li herêmên dinên Iraqê betal bike.

Başûrê Kurdistanê di warê petrolê de yek ji cihên herî dewlemend ên Iraqê ye. Ji 143.1 milyar varêlên petrolê yên li Iraqê, 45 milyar varêl ji Başûrê Kurdistanê tê derxistin.