Ji Bismilê ber bi Amedê meşa 1'ê Îlonê dewam dike

Ji Bismilê ber bi Amedê meşa 1'ê Îlonê dewam dike

Meşa Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Bismilê ku bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ji Bismilê ber bi Amedê ve dabû destpêkirin berdewam dike. 

Meclisa Ciwanên BDP'ê ya Bismila Amedê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û ji bo balê bikşînin ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin duh ji Bismilê ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin berdewam dike. Ciwanên ku ji Bismilê duh derketin rê, ji bo îro tev li Mîtînga li Qada Îstasyonê ya saet 16.00'an bibin meşa xwe berdewam dikin. Meşa ku duh ji Parka Halîl Îbrahim Oruç a Bismilê dest pê kir, şevê din heta Parka Fidanlıkê ya Yenîşehîra Amedê ku 10 km dûrî Amedê ye berdewa kir. Meşê serê sibê dîsa berdewam kirin. 
Di meşê de Rêveberên BDP'ê Şaredara Bismilê û gelek welatiyên din amade bûn. Meşa ciwanên BDP'ê ya Bismilê dê li Qada Îstasyonê ya ku mîtîng pêk bê bi dawî bibe.