Ji bo 1. Konferansa Huqûqnasên Bakurê Kurdistanê banga beşdariyê
Ji bo 1. Konferansa Huqûqnasên Bakurê Kurdistanê banga beşdariyê
Ji bo 1. Konferansa Huqûqnasên Bakurê Kurdistanê banga beşdariyê
Desteya Bangdêrên Konferansa Huqûqnasan, bang li tevayî huqûqnasên hestwar ên li Tirkiyeyê kir da ku beşdarî Yekemîn Konferansa Huqûqnasên Bakurê Kurdistanê bibin.
Desteya Bangdêrên Konferansa Huqûqnasan, têkildarî konferansa ku plan dikin di navbera 28-29'ê Îlonê de li dar bixin, li avahiya KCD'ê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Ji endamên Desteya Bangdêrên Konferansa Huqûqnasan Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Parêzer Bekîr Kaya, Serokê Baroya Amedê Parêzer Tahîr Elçî, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parêzer Firat Anli, Serokê Giştî yê Berê yê Komeleya Mafê Mirovan Husnu Ondul, Serokê Baroya Riha Parêzer Alî Fuat Bucak, Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçî, Serokê Baroya Bedlîsê Parêzer Enîs Gul, Serokê Baroya Mêrdînê Parêzer Azat Yildirim, Serokê dema berê yê Baroya Amedê Parêzer Mehmet Emîn Aktar, Parêzer Nûrî Ozman, Parêzer Ercan Kanar û Parêzer Bahrî Belen tevlî civînê bûn. Di civînê de daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Wanê Parêzer Murat Tîmur ve hat dayîn.
Timur got, "Divê huqûq ji parêzvaniya serweran bê derxistin û bikeve xizmeta kes û civakê. Ji ber vê sedemê hatina gel hevdu ya huqûqnasên Kurdistanê bi qasî ku girîng e pêwîst e jî."
'DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ ŞERT E'
Tîmur di dewama axaftina xwe de diyar kir ku destûreke bingehîn a wekhev û azadîxwaz daxwaza her beşa civakê ye û wiha berdewam kir, "Konferans, di xusûsa ku daxwazên gelê kurd en ji destûra bingehîn a nû, di çarçoveya huqûqî de bigire dest û pêşniyaran bike de wê wezîfeyeke girîng bike."
Tîmur di axaftina xwe de got ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de pêvajoyeke nû destpê kiriye û ev xusûs diyar kir: "Divê ev firsend ji bo çareseriyeke demokratîk, aştîxwaz û azadîxwaz pir baş bê nirxandin."
Tîmur, bang li tevayî mirovên hestwar ên bi huqûqê re mijûl dibin û "Huqûqnasên Kurdistanê" kir da ku beşdarî "Yekemîn Konferansa Huqûqnasên Bakurê Kurdistanê" ya wê di navbera 28-29'ê Îlonê de bê lidarxistin bibin.