Ji bo 10 kesan cezayê Newrozê

Ji bo 10 kesan cezayê Newrozê

Li Xerpête Serokê BDP'a Xerpêtê Turan Çelîk jî di nav de 10 kesên ku Newroz pîroz kirin rastî 10 û 18 meh cezayên girtîgehê hatin.

3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê li 10 siyasetmedarên kurd bi hinceta tevli Newrozê bûne cezayê girtîghê birî. Heyeta dadgehê li 10 siyasetmedarên kurd ku di navde Serokê BDP'a Xerpêtê Turan Çelîk jî heye bi sedema ku tevli Newroza 21'ê Adara 2012'an bûne bi îdîaya ‘Propaganda rêxistinê kirine’ 10 meh û 18 meh cezayêgirtîgehê birî. Heyetê di rûniştina 2'emîn de biryara xwe aşkere kir û siyasetmedar ceza kir.