Ji bo 3 bijartiyên din ên girtî serlêdana berdanê

Ji bo 3 bijartiyên din ên girtî serlêdana berdanê

Li dû daxwaza serbestberdana Parlamenterên BDP'ê yên girtî, ji bo serbestberdana Serokê berê yê Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Amedê Mûharrem Erbey, Serokê berê yê Meclîsa Giştî ya Bajêr Şehmûs Bayhan û Cîgirê berê yê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Alî Şîmşek, serlêdan hat kirin.

Daxwaznameyên serbestberdana Erbey, Bayhan û Şîmşek ji aliyê parêzerê wan Serdar Çelebî ve pêşkêşî Serokatiya 6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatin kirin.