50 rêxistinên civaka sivîl yên navneteweyî û saziyên girêdayê NY’yê ji bo ku dorpêça Israîlê ya li hemberî Şerîda Xezayê bê rakirin bang kirin.
Israîl di ablukaya li heberî Şerîda Xezayê de her diçe hişk dibe. Di 5’emîn salvegera wê de bangeke navnetewî hate kirin. Îsraîl hiqûqa navnetewî bin pê dike û dorpêça ku bandorê li ser 1,6 mîlyon kesî dike didomîne. Oxfam, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, Doktorên Cîhaên, Save the Children, UNICEF û Rêxistina Tendurdistiyê ya Cîhanê îmze avêtin bin bangê û diyar kirin ku herî zêde zarok di bina bandora dorpêçê de dimînin.
Rêxistinan diyar kir ku hikûmeta Israîlê ji ber dorpêçê rastî rexneyê mezinhatin û gotin ku sala 5’emîn de hewl didin ku vê zextê zêde bikin. Koordînatorê alîkariya mirovahiyê ya Axa Filîstînê ya NY’ê Maxwell Gaylard li Xezayê civînek çapemeniyê pêk anî û bang kir ku bila dawî li cezarkiarina welatiyên Xezayê bê û ev dorpêç rabe.
Komserê giştî yê Ajansa alîkariya penebarê Filîstînê ya NY’ê UNRWA, Fîlîppo Grandî got ku darpêçêa îllegale û got ku pêwistiya Xezayê bi pêşveçûnê heye û ji ber vê dorpêçê nekarin pêşve biçe.
Grandî wiha got: “Dorpêç di mehan demê de bertekek berovajî pêk tîne. Tê îdaikirin ku ewlehiya Israîlê zêde bibe. Lê ev tenê îdiaye.”
Di daxuayniya hepvar de balkişandin ser zehmetiyên ku dorpêç rê li ber vedike û gotin ji sala 2007’an heta niha ji sedî 30 şîrket hatin girtin.