Ji bo 60 kesên di berfê de asê mane banga lezgîn

Ji bo 60 kesên di berfê de asê mane banga lezgîn

Li gundê Heybine yê girêdayî Midyata Mêrdînê 60 welatiyên ku di nava berfê de asê mane, li benda alîkariyê ne. Welatiyên 4 rojin asê mane banga lezgîn dikin.

60 welatiyên ku mehek berê ji navçeya Hîzana Bedlisê hatin gundê Heybinê yê Midyata Mêrdînê bi cih bûn, ji ber berfa zêde 4 rojin li gundê xwe asê mane. Welatiyê bi navê Reşat Acar anî ziman ku, wan kepçe kirê kir û ji bo rêya xwe vekin di demjimêrên sibê de dest bi vekirina rê kirine û wiha got: "Me heta 4 kîlometre rêya gund vekir. Êdî kepçe nikare rê veke û em li vir asê mane. Hêj 10 kîlometre rê heye. Ji ber ku em nikarin ka û êm bibin ji pezê xwe re 4 hezar pezê me ji birçîbûnan li ber mirinê ye. Em banga alîkariyê dikin û dixwazin ku alîkarî bê kirin. Niha li vir 60 mirov li hemberî mirinê têdikoşin û di talûkeyê de dijîn. Em banga alîkariya lezgîn dikin."