Piştî ku Dadgeha Bilind a Tirk biryar da axa Keşîşxaneya Mor Gabrîel ên xezîneyê ye, saziyên kurd, tirk, ermenî, elewî, suryanî û asurî yên şi Swêdê daxuayniyek hevpar dan û bi awayekî tund şermezar kirin. 28 rêxistinên demokratîk bi deh hezaran endamên wan hene daxuyaniye hevpar a bi ser navê ‘Dest nedin Mor Gabrîel’ dan û diyar kirin ku ev biryara ku Mor Gabrîel dagir kiriye, em wekî biryareke siyasî dibînin. Di daxuyaniyê de hate dstnîşan kirin ku divê AKP polîtîkayên xwe yên dijminahiyê ya li hemberî kêmaran divê bi dawî bike.
Rêxsitinên kurd û elewhiyan ku bang kirin, beşeke girîng ya komleyên Kurdîsanê û Tirkiyeyê jî tevli bûn. Di banga ku hate kirin de balkişandin ser êrîşên li hemberî Suryaniyan û hate gotin ku divê bi hevre helwestê bigirin.
Daxuyaniya ku îmzeya Federasyona Elewiyên Swêdê, Konseya Kurd a Swêdê-Federasyona Ermeniyan, Federasyona Swêd-Asurî, Federasyona Ciwanan a Kurd, Komleya Çand û Hunerê ya Tirk, Navenda Çanda Asûrî, Komeleya Jinan a Kurd a Amara ya Stockholmê, Seyfo Center, Partiya Guherînê ya Demokratîk a Mezopotamyayê, Navenda Çandê ya Elewiyana Goteborgê, Komeleya Asurî-Suryanî- Keldanî, Komeleya Karkên Çandê, Kurdocîde Watch-CHAK û Enstîtuya Kurd a Stockholê, li binê hebû de wiha tê gotin:
Ji Suryaniyan tê xwestin şûn de vegerin ser axa xwe
Beriya ku tik bên Anatoliyê D. Z sala 397’an keşîşxaneya ku aliyê Suryaniyan ve hatibû înşakirin, dewlta tirk dagir kiriye. Dewleta tirk li herêmê hemû bawerî û çandên cuda biçûk dibîne. Li hemberî Suryanî, Ermenî, Rum, Kurd û Elewiyan ev 90 sle polîtîkayên newekhev dide meşandin.
Di encama van polîtîkayan de gelên qedîm yên Anatoliyê rastî komujiyan hatiye, bi sedhezaran ji ser axa xwe hatiye koçber kirin. îro 3 hezar li Turabdînê, li Tikriyeyê jî bi giştî 18 hezar Suryanî hene. Ev biryara Dadgeha Bilind ji bo gelê Suryanî Asurî tê vê wateyê ku ‘mafê we yê ku hun li ser van axan bijÎn tuneye’. Peyama ‘vê derê terk bikin’ didin. Ev pêkanîna antî-demokratîk û derveyî hiqûqê li hemberÎ hebûna Suryaniyan gefe.
Biryara Dadgeha Bilind ne hiqûqiye. siyasÎ ye. Li gel ku Dadgeha Kadastro ya Mîdyatê hemû belge û tapo lêkolîn kiribû û biryar dabû hemû erezî yên Keşîşxaneyê jî Dadgeha Bilind ev biryar xera ikriye û dagir kiriye. Ev mekanîzmaya edeletê ya mijara gotinê ye bûye amûreke xizmeta desthilatdariya AKP’ê.
JI BO MOR GABRÎEL PÊŞNÛMEYA DUYEMÎN
Piştî Parlamenterê Partiya Karkerên Demokratîk a Civakî Yilmaz KerÎmo, niha jî parlamenterê Partiya Demokrat Robert Halef jî biryara Dadgeha Bilin û zextên TikriyeyÊ yên li ser Kêmaran bilin Parlamentoriya Swêdê. Halef da zanîn ku ev biryra tikriyeyê nêzîkatiya li hemberî kêmaran derxistiye holê daxwaz dike ku Swêd vê miajrê bibe civîna Lijneya Wezîrên Yekitiya Ewropayê.