'Ji bo alîkarî bigihêje Kobanê û Efrînê bila raya giştî bê çêkirin'
'Ji bo alîkarî bigihêje Kobanê û Efrînê bila raya giştî bê çêkirin'
'Ji bo alîkarî bigihêje Kobanê û Efrînê bila raya giştî bê çêkirin'
Endama Komîteya Xizmetê ya Konseya Bilind ya Kurd Remziye Mehemed diyar kir ku, alîkariyên ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine berhevkirin digihijin cihê xwe û got ev li gorî hewcedariyê tê belavkirin lê li Kobanê û Efrînê ji ber komên çekdar alîkarî nagihije van bajaran. Mehemed anî ziman ku, ji bo alîkarî bigihêje wan bajaran divê saziyên Bakûrê Kurdistanê rayagitşî ava bikin.
Alîkariyên ji bo Rojavayê Kurdistanê ji sazî, lijne û partiyên siyasî hatin berhevkirin digihêjin herêmê. Alîkarî ji aliyê Komîteya Xizmetê ya Konseya Bilind ve tên teslîm girtin û li gorî hewcedariyê tên belavkirin. Lê belavkirina alîkariyê heta niha li herêma Cizîrê hatiye kirin û alîkarî hêj negihiştiye Kobanê û Efrînê.
KOMÊN ÇEKDAR ALÎKARIYAN ASTENG DIKE
Komên çekdar yên li ser riyên her du bajaran sekinîne, dest didin ser malên welatiyan û her wiha ajokarên kamyonan yên alîkariyê tînin jî desteser dikin. Ji ber vê jî alîkarî nayên şandin.
Ji bo alîkarî bigihêje Efrîn û Kobanê hewldanên Rojavayê Kurdistanê didome. Di serê van saziyan de Komîteya Xizmetê ya Konseya Bilind cih digire. Endama Komîteyê Remziye Mehmed ji ANF’ê re axivî û ji bo Koban û Efrînê bang li saziyên Bakurê Kurdistanê kir .
Remziye Mehemed diyar kir ku, alîkariyên saziyên civaka sivîl yên Başûrê Kurdisanê, Kampa Rûstem Cûdî û saziyên Bakurê Kurdistanê şandine gihiştine herêm Cizîrê. Mehemed got ev alîkarî teslim hatine girtin û bi kategorî lîsteya wan hatiye derxistin.
LI GORÎ LÎSTEYÊ DÊ BÊ BELAVKIRIN
Mehemed wiha got: “Di encama lêkolîn û malên gel de alîkarî tên belavkirin. Beşeke alîkariyan ji Serêkaniyê re tê şandin. Ji ber ku li wir pevçûn heye, welatî di şert û mercên zehmet de dijîn. Li gel vê beşek alîkariyan ji bo welatiyên ji Şam, Heleb, Dêra Zor, Serêkaniyê koçî bajarên Qamişlo, Dêrik, Amudê, Dirbêsiyê kirine re tên şandin. Her wiha alîkarî li Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Hesekê, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Tiltemir hatin belavkirin.”
BO SAZIYÊN BAKÛR BANG
Mehemed got, ew dixwazin alîkairyê ji Kobanê û Efrînê re bişînin lê tê astenkirin û got: “Me mazot şand Kobanê lê pişt reji ber ewlehiyê me neşand. Li ser riya Kobanê û Efrînê çeteyên çekdar hene û pirsgirêkên cidî pêk tên. Çete dest didin ser malên gel. Ji ber vê em nekarin bişînin. Ji bo pirsgirêk çareser bibe em din ava hewldanan de ne. Em dixwazin saziyên kampanya dane dest pêkirin piştgiriyê bidin me. Di vê çarçoveyê de bi taybet saziyên Bakûrê Kurdistanê û Ewropayê divê alîkariyê bidin.
DIKARIN DERIYÊ KIRIKXANÊ VEBIKIN
Mehemed da zanîn ku di navbera bajarê Kirikhan ya girêdaya Hataya Tirkiyeyê û bajaroka Hemam ya girêdayê Efrîna Rojavayê Kurdistanê de deriyekê sînor yê hatiye girtin heye û got saziyên Bakûrê Kurdistanê dikarin rayagiştî ava bikin, li ser hikûmetê zextan bikin ku ev derî bê vekirin.
Mehemed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku, ji bo nexweşiyên kronîk û rewşên lezgîn hewcedarî bi dermanan heye.