Ji bo Aştiyê hevgirtina Ciwanan gihişte Amedê
Ji bo Aştiyê hevgirtina Ciwanan gihişte Amedê
Ji bo Aştiyê hevgirtina Ciwanan gihişte Amedê
Şêwirmendiya Ciwanan a Ji Bo Aştiyê, bi şîara "Ciwan ji Gezî heta Liceyê dibin Pira Aştiyê" ji Stenbolê derketin rê û gihiştin Amedê. Aktîvîstên Aştiyê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi mînaka paradîgma demokratik, ekolojîk, azadiya zayendê û civaka demokratîk gel kirin rêhevalên hev.
Şêwirmendiya Ciwanan a Ji Bo Aştiyê, bi şîara "Ciwan ji Gezî heta Liceyê dibin Pira Aştiyê" ji Stenbolê derketin rê çûn Hatayê. Înîsiyatifê piştî li Hatayê malbatên kesên di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kirin, ji Hatayê hatin Amedê.
Aktîvistan li Amedê jî malên sersaxiyê yên ji bo gerîlayên PKK’ê hatine vedan ziyaret kirin û sersaxî ji malbatan xwestin. Aktîvîstan piştî malên sersaxiyê ziyaret kirin li ber avahiya KCD'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîst ji Parka Koşuyolu bi pankarta "Ciwan ji Gezî heta Liceyê dibin Pira Aştiyê" û wêneyên Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol û sivîlên ku li Roboskiyê ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin vekirin. Dîsa wêneyên kesên di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dan vekirin. Ciwanan di meşê de dowîzên “Em dimeşin" bilind kirin û heta avahiya KCD'ê meşiyan. Endamên KCD'ê jî li ber avahiya KCD'ê koma aktîvîstan bi pankarta “Ji Lice heta Geziyê dê têkoşîna gelên yekbûyî bi ser bikevin" pêşwazî kirin. Komê li vir bê navber siloganên “Serhildan berxwedan azad bikin Kurdistan” berz kirin.
Li ser navê koma Piştevaniya Ciwanan a Ji Bo Aştiyê Ridvan Ozturk, diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi mînaka pratîkgama demokratik, ekolojîk, azadiya zayendê û civaka demokratîk gel kirin rêhevalên hev.
Koma ciwanan dê ji bo berxedana gelê Gelê Rojava îşev li Park Ormani nobetê bigirin. Kom dê sibê jî biçin Lîceyê.