Ji bo azadiya Ocalan li Koçeratan 11 hezar û 578 îmze hatin komkirin
Ji bo azadiya Ocalan li Koçeratan 11 hezar û 578 îmze hatin komkirin
Ji bo azadiya Ocalan li Koçeratan 11 hezar û 578 îmze hatin komkirin
Komîteya Berhevkririna Îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, di çarçoveya kampanyayê de li herêma Koçerat a Dêrikê 11 hezar 578 îmze berhev kirin.
Komîteya Berhevkirina Îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li herêma Koçerat a Dêrkê derbarê xebatên xwe de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevî plan û êrîşên li dîjî îradeya gelê kurd pêk tên jî, gelê kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di nava xebatan de ye.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di qonaxa yekemîn a berhevkirina îmzeyan a li herêma Koçeratan de 11 hezar û 578 îmze hatin berhevkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo komkirina îmzeyan dest bi qonaxa duyemîn hatiye kirin û wê komkirina îmzeyan dom bike.
Di daxuyaniyê de li ser koçberiya ji Rojavayê Kurdistanê jî hate rawestîn û hate gotin ku hinek alî dixwazin Rojava vala bikin û kembera erebî bi destê hêzên îslamî dubare bikin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêwîste gelê Kurd piştgiriya hêzên YPG'ê bike û li dijî êrîşan li berxwe bide. Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan ve girdayî ye û çiqasî plan mezin bibin jî dê gelê Kurd dest ji doza azadiya Ocalan bernede.