'Ji bo azadiyê pêdiviya wî bi şer hebû'
'Ji bo azadiyê pêdiviya wî bi şer hebû'
'Ji bo azadiyê pêdiviya wî bi şer hebû'
Duyemîn roja Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Karacadag ku diyarî Derwêşê Evdî hat kirin, Alî Oruç ê di panela “Femkirin û jiyandina Derwêşê Evdî û Edûlê” de axivî got, “Derwêş zanîbû ku diçe mirinê. Zanîbû eger ji bo evîna xwe bijî divê azad be û ji bo azad bibe jî pêdiviya wî bi şer hebû.” Dr. Omer Uluçay jî got, "Ji bo Derwêş Edûlê Kurdistan e.”
Roja duyemîn a Mîhrîcana Çand û Huner a Karacadag a li navçeya Wêranşar a Riha dewam dike diyarî Derwêşê Evdî hat kirin. Mîhrîcan serê sibê bi fîlmê anîmasyonê yê ji bo zarokan destpê kir. Paşê panela bi navê "Femkirin û jiyandina Derwêşê Evdî û Edûlê” pêk hat. Panela li Navenda Çand û Huner a Med hat lidarxistin de bi moderatoriya rojnamevan Eyup Seyrek ve hat birêvebirin. Nivîskarên ku evîn û têkoşîna Derwêş kirine pirtûk Alî Oruç, Eyup Kiran, Dr. Omer Uluçay û neviyê birayê Derwêş Hîkmet Yuksel jî wek axaftvan beşdarî panelê bûn. Eyup Kiran di axaftina xwe de navên sembol ên di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de bûne sembol û kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Şervan Muslim ê rojên borî di şerekî li hember çeteyan de jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û got, “Derwêş Şervan Muslimê wê demê bû.”
'EVÎNA DERWÊŞ AZADÎ YE'
Alî Oruç jî di axaftina xwe de got ku Derwêş bi 12 hevalên xwe yên qehreman re li hemberî artêşeke ku ji hezar û 700 kesî pêk dihat dest bi şer kir û got, "Evînên ku gihiştin têde hebe bûn dîrok, lê yên din bûn destan û heta roja me ya îro hatin. Tahir û Zuhre, Ferhad û Şîrîn, Romeo û Juliet heta roja me wek destan hatin. Ji ber ku ev evîn veguherîn azadî, welat, rûmet û îradeyê. Derwêş jî dizanîbû diçe mirinê. Zanîbû eger ji bo evîna xwe bijî divê azad be û ji bo azad bibe jî pêdiviya wî bi şer hebû.” Dr. Omer Uluçay jî got, "Ji bo Derwêş Edûlê Kurdistan e.” Oruç paşê helbesta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê Edûlê û Derwêşê Evdî de nivîsandiye xwend.
'DERWÊŞ YEKÎTIYA KURDAN E'
Dr. Omer Uluçay jî bi gotina Derwêş qehremanê kurdan e ku dest bi axaftina xwe kir, got, "Derwêş egîdê çiyayên Kurdistanê ye. Dayika Derwêş jêre gotiye, 'Biçe kurdan û Kurdistanê biparêze. Tenê bi vî awayî tu dikarî Edûlê heq bikî û aşiqî wê bibî. Ji ber vê Edûl Kurdistan e. Ji ber vê evîna xwe veguherandiye xak û azadiyê û bûye navê yekîtiya kurdan. Piştî panelê panelîstan plaket wergirtin.
Mîhrîcan bi çûna ser gora Derwêş a li gundê Etşanê dewam kir.