Wezîrên Aboriyê yên Herêma Euroyê biryar dan ku bi awayeke lezgîn 100 milyar Euro kredî bidin bankayên Spanyaya ku bi krîzê re rû bi rû ye.
Civîna bi awayê telekonferans a bi daxwaza Spanyayê duh bi beşdariya Wezîrên Aborî yên Herêma Euroyê pêk hat biryar hat dayîn ku 100 milyar kredî Euro bişînin bankayên Spanyayê.
Piştî telekonferansê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku divê hikûmeta Spanyayê li hemberî vê yekê pir bi berpirsyartî tevbigere û hat diyarkirin ku dê ev yek bi haya Bankaya Navendî ya Ewropayê, Îdareya Bankavanî ya Ewropayê û Foma Pere ya Navneteweyî (IMF) bê amadekirin û dê pêşniyarên ku bi awayeke neçarî bêne pêkanîn, bên kirin.
Ev biryara Wezîrên Herêma Euro ji aliyê IMF û DYA’yê ve bi dilxweşî hat pêşwazkirn. IMF’ê diyar ki ku ev yek dê têra ewlekariya bankayên Spanyayê bike û DYA’yê jî, ragihand ku herêma Euroyê bi yekitiya aboriyê ev biryar daye.