Ji bo bê gotin ev zanîngeh e hezar şahid divê
Ji bo bê gotin ev zanîngeh e hezar şahid divê
Ji bo bê gotin ev zanîngeh e hezar şahid divê
Xwendekarên Beşa Werzîşê ya Zanîngeha Dîcleyê, hê jî li qadeke ku di sala 1988’an de hatibû çêkirin perwerde dibînin. Xwendekarên Beşa Werzîşe tenê dema ku pere didin dikarin ji hewizê olîmpîk sûdê bistînin, dersê komputorê heye lê laboratuwara komputorê nîne. Kantîna peymangehê jî nîne.
Li gelek zanîngehên Tirkiyeyê xwendekarên beşa werzîşê di tesîsên modern de bê pere sûdê distînin û perwerde dibin. Lê belê li Zanîngeha Dîcleyê xwendekarên beşa peymangeha werzîşê di tesîsên pir kevnare yên derveyê serdemê de perwerde dibînin.
Di kampûsa Zanîngeha Dîcleyê de qadeke çîmenkirî an jî sentetîk nîne lê li şuna wê, xwendekar li qadeke ji xîzê û zuxuran pêk hatiye perwerde dibînin. Xwendekarê pola 2. yê Peymangeha Werzîşe Ya Zankoya Dîcleyê Şiyar Goktîmûr bal kişand ku hê jî li qada ku di sala 1988’an de ji xîz û zuxurê hatiye çêkirin perwerde dibînin, tevî ku ev qas sal derbas bûne bi ti awayî xebateke nûkirina qad nehatiye meşandin.
Xwendekarên li beşa Werzîşê nikarin ji hewizê di kampûsê de ye jî sûdê bistînin. Goktîmûr diyar kir ku tevî ku hewizê melevaniyê ya Olîmpîk ji bo xwendekarên peymangeha werzîşê hatiye çêkirin dîsa jî di pêşberî pereyan de ew dikarin ji hewizê sûd bistînin û bi vî awayî axaftina xwe domand: “me beriya vê nekarîbû hewizê bi kar bînin. Piştî mijûlahiyeke dûr û dirêj me mafê bikaranîna hewizê qezenc kir, lê belê em dikarin wê jî di pêşberê pereyan de bi kar bînin. Em xwendekar dema ku saetekê hewizê bi kar tînin em 15 TL didin lê dema ku xebatkarên rektortiyê vê bi kar tînin 2 TL didin."
Goktîmûr got: “rewşeke dişibe vê, ji bo salonên Fitnesê jî tê pêkanîn, ev du salin ez beşa werzîşê dixwînim, tenê min karîbû carekê bikevim wê salonê.”
Dîsa Goktîmûr bal kişand û got: Tevî ku di mufredatê perwerdeyê de dersê komputorê heye laboratuwara wê nîne.
Ji tiştên ku li Peymangeha Werzîşê nîne yek jî kantîn e