Ji bo berdana Ayhan biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bes e

Ji bo berdana Ayhan biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bes e

Mutaleya ku der barê Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan de ku ji aliyê dozger ve hat amadekirin diyar bû. Dozger diyar kir "Ji bo berdanê biryara Dadgehê Destûra Bingehîn bese. Pêdivî bi biryara derbasdar nîne." 

Ji bo berdana 4 Parlementerê BDP'ê yên girtî û Parlementerê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş serî li 5. û 6. Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dayîn lê hînê encama serlêdan diyar nebû. Lê mutaleya ku der barê Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan de ku ji aliyê dozger ve hat amadekirin berfirehiya wê diyar bû. Dozger diyar kir ku ji bo berdanê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bese û hewceyî bi biryara derbasdar nîne û wiha got: "Der barê serlêdana 4 parlamenterên BDP'ê û parlamenterê serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş ku li 5. û 6. Dadgeha Cezayên Giran a tê dîtin hêj bi encam nebûye. Têkildarî biryara Parlamenterê Rihayê Îbrahim Ayhan de jî dozger got, "Pêwistî bi biryara dadgeha destûra bingehîn a bi hincet nîne, biryara dadgeha destûra bingehîn bes e."