Ji bo berdana parlamenterên girtî serarastkirina qanûnî

Ji bo berdana parlamenterên girtî serarastkirina qanûnî

Piştî ku alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ji bo serbestberdana parlamenterên girtî bang kir, amadekariyên guherîna qanûnan destpê kir. Eger her çar partî jî li hev bikin tê pêş dîtin ku di madeya 83. a Destura Bingehîn an jî di qanûna Dadgeha Ceza de guherîn bê çêkirin û madeyek weke “di rewşên ku kesên girtî wekîl bên hilbijartin de ew kes serbest tên berdan” bê bicihkirin.

Li gorî agahiyên ji kulîsên AKP’’ê tên, serokwekîlên grubên 4 partiyan ji bo çareserkirina pirsgirêka parlamenterên girtî wê bên gel hev. Eger çar partî li hev bikin wê di Destûra Bingehîn an jî di qanûna Dadgeha Ceza de guherîn bê çêkirin.

Li gorî nêrîna ku bi giranî tê pejirandin; ji bo ku ev mijar bi misogerî bê çareserkirin li şûna ku di CMY de guherîn bê çêkirin bila di madeya 83. a Destûra BingehÎn de guherîn bê çêkirin. Lê grubeke parêzeran jî fikreke bi vî awayî diparêzin; “şert û mercên girtinê bi zehmet xistin jî dikare pirsgirêkê çareser bike”.

Tê gotin ku xebatên li ser guherîna zagonê wê di rojên pêşiya me de destpê bikin û li ser vê mijarê, piştî serê salê li meclîsê hevdîtin bêne kirin.