Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi, ji ber qaçaxtiya bacê rastî 4 sal cezayê girtîgehê hat.
Biryar di dozên ji ber sûcdariyên nelêritiya bacê ya di dema kirîna mafên pêşendana fîlmên Amekrîkayê ya di televîzyonê de hate dayîn. Berlusconi diyar kir ku dê parêzer îtîrazê biryarê bikin.
Di heman demê de Berlusconî patronê herî mezin yê çapemeniya Îtalyayê bû û dozeke din ya der barê xebatên bazirganiyê de heye. Lê heta niha di dozên hatine vekirin de Berlusconî ya berat kir an jî dozên wî li ber demboriyê ketin.
Berlusconî sala borî di meha mijdarê de îstifa kiribû, gotibû niyeta wî ya ji bo sala pêş bibe berendam tune.