Ji bo beşdarbûyîna Newroza Amedê karwanek ji Hewlêr birê ket
Ji bo beşdarbûyîna Newroza Amedê karwanek ji Hewlêr birê ket
Ji bo beşdarbûyîna Newroza Amedê karwanek ji Hewlêr birê ket
Bi armanca piştgirî dayîna pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd ya Bakûrê Kurdistanê, bi sedan kes ji bo tevlî Newroza Amedê bibin ji Başûrê Kurdistanê ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Li Başûrê Kurdistanê bi armanca piştevaniya pêvajoya hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, bi sedan kes ku ji mamosta, xwendekar, siyasetmedar, rewşenbîr û malbatên şehîdan pêkdihat li gorî dema herêmî di demjimêr 19:00’an de ji bajarê Hewlêrê berbi Bakûrê Kurdistanê ve birêketin. Karwanê ku ji aliyê Partiya Çareseriya Kurdistan (PÇDK), Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan, Rêkxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistan (RJAK) û Komela Ciwanên Welatparêzên Kurdistan tê organîze kirin wê di tevlî Newroza Êlih, Riha û Amed bibin. Lê armanca bingehên beşdarbûna Newroza Amed’ê ye.
Kurdên ku ji bajarên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û navçeya Germiyan, Pencewîn, Diyana, Ranya û gelek deverên din tevlî karwanê beşdarbûna Newoza Amedê bûne, nêrînên xwe ji ajansa nûçeyan ya dîcle (DÎHA) re anîn ziman. Di axaftinên xwe de diyar kirin ku, ew piştgiriyê didin pêvajoya hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin lewra ew dê wek gelê Başûrê Kurdistanê dilê xwe li gel dilê Kurdên Bakûrê Kurdistanê bikin yek û wê bêjin ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Statû.
Welatiyên ku tevlî karwanê Newrozên Bakûrê Kurdistanê bûne dan zanîn ku, ew gelek bixuroşin ku diçin tevlî Newrozên Bakûrê Kurdistanê, bitaybet tevlî Newroza dilê Kurdistanê Amedê dibin û hêvîkirin ku di Newroza 2014’de sinorên herçar parçeyên Kurdistanê rabûn û bikarin bi awayek azad û keyfxweş li Amed, Mihabad, Hewlêr û Qamîşlo Newrozê pîroz bikin.